Serok Barzanî Cejna Cemaiyê ya Êzdiyan pîroz kir

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta cejna Cimaiyê ya kurdên êzdî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de wisa got:

"Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina Cejna Cemaiyê ya Êzîdiyan, pîrozbahiya xwe pêşkêşî hemû xwişk û birayên Êzîdiyên li Kurdistan û hemû cîhanê dikim. Hêvîdar im ev cejn bibê cihê xweşî û aramiya xwişk û birayên me yên Êzîdiyan û bikarin hemû salan, cejn û xweşiyên xwe di aştî û bexteweriyê de bikin.

Her bi vê hilkeftê tekez li vê yekê dikim ku pêwîst e em hemû aliyek kar ji bo kûrtirbûna çanda pêkvejiyan û birayetî û tebayiya di navbera pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê bikîn û biparêzîn."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin