Serok Barzanî: Divê rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê weke xwe were cîbicîkirin

.

Serok Mesûd Barzanî îro roja pêncşemê 11.02.2021ê li Selaheddîn pêşwaziya Mîrê Êzîdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg û Encûmena Rûhanî ya Êzdiyan kir.

Di hevdîtinê de ronahî xistin li ser rewşa xuşk û birayên Êzdiyan û rewşa Şingalê û gefên li ber asayîbûna jiyana Êzdiyên li devera Şingalê û Mîr Hazim Beg û Baba Şêx Elî û Endamên Encûmena Rûhanî ya Êzîdiyan spasî Serok Barzanî kirin ku her dem li gel êş û azarên Êzîdiyan bûye û daxwaz kirin ku Serok Barzanî hemû şiyanên xwe bixe holê ji bo ku Êzîdî bikarin bi bexteweriyê ve vegerin li ser mal û halê xwe û kar ji bo ewe bê kirin ku astengî nemînin û rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal ya li ser Şingalê da bi zû bê bicihkirin. Şanda mêvan daxwaza ewe jî kirin ku Êzîdî li sazî û damezraweyên Herêmê beş û rola xwe hebe.

Her di vê civînê de Serok Barzanî tekezî li wê yekê kir ku herdem palpiştê daxwazên xuşk û birayên Êzîdiyan bûye û Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge pişt û penaya Êzîdiyan bûne û di şerê DAIŞê de ji bo azadkirina devera Şingalê, Pêşmerge pênc sed şehîdan daye.

Herwiha Serok Barzanî bi pêwîst zanî ku rêkeftina Şingalê bê bicihkirin û daxwaz jî kir ku Êzîdî yekrêziya xwe ya navxweyî biparêzin û rê nedin dengê belavela û namo û xerîb ziyanê li yekgirtî û nasname û ola Êzîdiyan bide û divê Êzîdî mikur bin li ser maf û daxwazên xwe yên rewa.

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn