Serok Barzanî: Ez li dijî bikaranîna peyva ‘kêmnetewe’yê me

.

Serok Mesûd Barzanî doh, êvara înê (24.01.2025) ji “Şems” re axivî ku bi erebî weşanê dike û ragihand, “Ez li dijî bikaranîna peyva ‘kêmnetewe’yê me. Berî çend salan min serdana Parlamentoya Kurdistanê kir û ji wan re got ku li şûna wê peyvê, peyva ‘pêkhate’yê bi kar bînin.” 

Derbarê rewşa kurdên Rojavayê Kurdistanê de û her weha hevdîtina xwe ya li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî jî Serok Barzanî diyar kir: “Rewşa neteweyî hewce kir ku civîneke bi vî rengî pêk bê û min bi germî pêşwaziya Ebdî kir.”

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'