Serok Barzanî: Îradeya gelê Kurdistanê ji bombeya napalm bihêztir e

.

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku bombebarankirina bajarê Qeladize û Zanîngeha Silêmaniyê ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve, zulmeke mezin e.

Serok Mesûd Barzanî di peyameke li ser tora civakî ya Twitterê de, bi bîr anî û şehîdên 24ê Nîsana 1974an li bajarê Qeladizê û zanîngeha Silêmaniyê şehîd bûn û hemû şehîdên Kurdistanê ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatin şehîdkirin.

Serok Barzanî got, “Ew karesat çewsandineke mezin bû û rûpeleke din a hovane bû ji aliyê rejîma Beis ve li dijî gelê Kurdistanê.” Herwiha da zanîn: “Lê hêz û îradeya gelê Kurdistanê ji balafir û napalmê bihêztir bû û di dawiyê de îradeya Kurdistanê li ser zulm û dagîrkeriyê bi ser ket.”

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn