Serok Barzanî li ser Sûriyeyê daxuyanî da

.

Serok Mesûd Barzanî li ser şer û pevçûnên li Sûriyeyê got, “Em hêvîdar in ku pêşhat û guherînên Sûriyeyê di encamê de bibin sedema wê yekê ku guftûgo û hevtêgihiştin bibe bingeha çareserkirina pirsgirêkan.”

Serok Mesûd Barzanî li ser şer û pevçûnên li Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.

Serok Barzanî hêvî kir ku hemû alî bi diyaloga aştiyane bigihîjin rêkeftinekê.

Herwiha Barzanî tekez kir divê ew rêkeftin di xizmeta berjewendiyên hemû pêkhateyên Sûriyeyê de be û aştî û aramiyê pêk bîne.

Serok Mesûd Barzanî daxuyaniya xwe de wiha got:

"Bi girîngiyeke mezin em rûdan û guherînên vê dawiyê yên ku li Sûriyeyê rû didin dişopînin.

Ji ber ku ew pêşhate û rûdan bandoreke rasterast li ser çarenivîsa siyasî, ewlehî û aramiya Sûriye û hemû herêma me heye.

Em hêvîdar in pêşhate û guherînên Sûriyeyê di encamê de bibin sedema wê yekê ku guftûgo û hevtêgihiştin bibe bingeha çareserkirina pirsgirêkan û reftareke wiha encam neyê dayîn ku nakokî û giriftên neteweyî û eşîrî li nav pêkhatên Sûriyeyê de kûr bike.

Her wiha em hêvîdar in ku hemû alî bi awayekî aştiyane bigihîjin peymaneke ku li berjewendiya hemû pêkhatên Sûriye û pêkvejiyan û aştî û aramiyê de be."

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir