Serok Barzanî: Papa Francis rolekî bilind di parvekirina peyama mirovdostî û aştiyê de hebû

.

Serok Mesûd Barzanî Îro (Duşem, 21.04.2025) di behînameya xwe de ji bo koça dawiyê ya Papayê Vatîkanê Papa Francis ragehandiye, “Ez ji dil serexweşiyê li xûşk û birayên Mesîhî li Kurdistanê û Îraqê û seranserî cîhanê dikim û xwe hevparê xema wan dibînim.”

Serok Barzanî di pareke din a behînameya xwe de gotiye, “Papa Francis mirovekî mezin bû, ku rolekî bilind di parvekirina peyama mirovdostî û aştiyê de hebû.”

Peyama Serok Barzanî ji bo koça dawiyê ya Papayê Vatîkanê:

Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan

Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawiyê ya qedaseta Papayê Vatîkanê Papa Francis gehişt min. Papa Francis mirovekî mezin bû, ku rolekî bilind di parvekirina peyama mirovdostî û aştiyê de hebû.

Ez ji dil serexweşiyê li xûşk û birayên Mesîhî li Kurdistanê û Îraqê û seranserî cîhanê dikim û xwe hevparê xema wan dibînim.

Canê qedaseta Papa Francis şa be û ez ji Xudayê mezin dixwazim ku sebir û hedarê bi hemî aliyan bide.

Kurdistan Haberleri

Mezlûm Ebdî dema konferansa neteweyî diyar kir
Li Tirkiye Xelk nikare deynan bide: Dosyayên îcrayê 23 milyon derbas kirin
Dadgeheke Îraqê biryara girtina parêzgarê berê yê Kerkûkê da
'Ji 31 goran cenazeyên 1700 şehîdên Kurd hatine derxistin'
Avakirina branda neteweyî ya Kurd li qada cîhanî: Ji nasnameyê ber bi bandorê