Serok Barzanî pêşwazî helbestvana Emazîxî kir

Îro Sêşemê 31/7/2018an, li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî, pêşwazî li nivîskar û helbestvana Emazîxî û dosta gelê Kurdistanê xatûn Melîke Mezan kir.

Di wê dîdarê de, Melîke Mezan dilxweşiya xwe ji civîna li gel Serok Barzanî ragihand û got: Ev serfiraziyeke mezin e ji min re, ku li gel serkirdeyekî mezin yê xebata rizgarîxwaza gelan û serokêkî ku ji bo mirovatiyê serkirdatiya şerê li dijî terorîstan kiriye, dicivim. Herwiha sipasî û rêzgirtina xwe ji bo rol û qaremaniya hêzên Pêşmergên Kurdistanê û xweragirya gelê Kurdistanê da xuyakirin û Kurdistan weke nimûneyeke zindî ji azadîxwaziyê û mirovdostiyê da naskirin.

Serok Barzanî, ji bilî bixêrhatinê, rêz û destxweşî li helwestên bihêz û mirovane û dostane yên Melîka Mezan kir û sipasiya berevaniya wê di ber gelê Kurdistanê de kir.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin