Serok Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê kir

.

Serok Mesûd Barzanî îro 28ê Gulanê pêşwazî li Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê Jeanine Plasschaert kir ku bi boneya bidawîhatina erkê xwe yê li Iraqê serdana Serok Barzanî kiribû.

Di hevdîtinê de, rewşa navçeyê û pêşhatên dawî yên li ser astê Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî spasî erk û xebatên Jeanine Plasschaert kir û pêzanînên xwe ji bo rola wê ya baş hebû ku di heyama kar û xebatên xwe yên li Iraqê de ji bo aramiya Iraqê û nêzîkkirina aliyan û çareserkirina pirsgirêkan lîstiye. Herwiha hêviya serkeftinê di erk û karê w yê nû de jê re xwast.

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye