Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsya li Iraqê kir

.

Îro roja çarşemê 02.12.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Maksîm Maksîmov Balyozê Rûsya li Iraqê û şandeke li gel kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Rûsya li Iraqê silavên Sergey Lavrov Wezîrê Derve û Mikhail Bogdanov Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsya bi Serok Barzanî gihand.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên navçeyê guftûgo kirin û her wiha balkişandin li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê.

Li beşeke dinê civînê de tekez li ser berfirehtir kirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Rûsyayê kirin.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne