Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Ermenîstanê li bajarê Hewlêrê kir  

.

Îro roja sêşemê 02.02.2021 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Erşak Manokyan Konsolê Ermenîstanê li bajarê Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de Konsolê Ermenîstanê li Hewlêr pêzanînên xwe ji bo ked û xebata dîrokiya Serok Barzanî ya bi navê azadî û mafên gelê Kurdistanê hebû û her wiha rola Serok Barzanî li pêkanîna aramî û şerê terorê de bilind nirxand. 

Nirxandina rewşa siyasiya navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her wiha her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Ermenîstanê kirin.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir