Serok Barzanî pirtûka “Mem û Zîn” pêşkêşî Serokomarê Îranê kir

.

 Serok Mesûd Barzanî îro 12ê Îlonê pêwazî li Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan kir û pirtûka Mem û Zînê wek diyarî pêşkêşî wî kir.

Mem û Zîn çîroka evînê ya xemgîn a ciwanekî bi navê Mem û keçekê bi navê Zîn e. Helbestvanê kurd Ehmedê Xanî li ser çîrokeke rast ew bi kurdî, bi zaraveyê kurmancî kiriye destaneke giranbiha û dirêj.

Ehmedê Xanî bûyerên çîroka Mem û Zînê bi zêdeyî 2550 rêzikên helbestê nivîsandiye. Mem û Zîn a Xanî, yek ji girîngtirîn berhemên wêjeya kurdî ya klasîk e. Cara yekem di sala 1919an de li Stenbolê hatiye çapkirin. Helbestvan û nivîskarê kurd Hejar jî wergerandiye zaravayê Soranî.

Serok Barzanî vexwend Tehranê

Ofîsa Barzanî daxuynad ku Mesûd Pizîşkiyan bi awayê fermî Serok Barzanî vexwendiye Tehrana paytexta Îranê.

Ofîsa Barzanî li ser civîna Serok Mesûd Barzanî û Mesûd Pizîşkiyan got:

“Her du aliyan bîr û rayên xwe yên li ser rewşa herêm û Îraqê anîn zimên.

Her wiha behsa girîngiya pêwendiyên siyasî, aborî û çandî yên Îran û Herêma Kurdistanê hat kirin.”

Li gorî bernameyê, dê Serokkomarê Îranê piştî temasên li Hewlêrê derbasî Silêmaniyê bibe.

Mesûd Pizîşkiyan dê li Silêmaniyê gora Mam Celal ziyaret bike û bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re bicive.

Mesûd Pizîşkiyan 30ê Tîrmeha 2024an sonda yasayî xwar û bû serokkomarê nû yê Îranê.

Pizîşkiyan di yekem serdana xwe ya dîplomatîk a derveyî welat de doh çûbû Bexdayê

K24

Kurdistan Haberleri

Serokê Îtîlafê: Me lêkolîn ji bo kiryarên li gundê Kaxirê vekiriye
Li Swêdê Jinek bi Tawanên Şer Dijî Êzîdîyan li Sûrîyê Hate Tawanbar Kirin
Li Hewlêrê nûnertiya bazirganî ya Erebistana Siûdî hate vekirin
Ji Xemîs Xencer peyama Kurdî: Em alîkariya gelê Kurd a 2014an qet ji bîr nakin
Ew dersên ku Kurd pêdivîye li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” werbigrin