Serok Barzanî sersal û cejna Kurdên Êzidî pîroz kir

.

Serok Mesûd Barzanî, ji bo hatina cejna serê sala Êzidiyan peyameke pîrozkirinê pêşkeşî Kurdên Êzidî kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got, “Bi navê Xudêyê Mezin û Dilovan. Bi helkefta hatina cejna serê sala Êzîdiyan, ez pîrozbahiyeka germ li hemî xûşk û birayên Êzîdî li Kurdistanê û cîhanê dikim û hîviya xweşî û aramiyê ji bo wan dikim.

Her bi vê helkeftê, ez hêvîxwaz im domahî bi jan û awareyî û wan nehametiyan bê yên ku ji aliyê tîrorist û nehezên gelê me ve bi ser wan da hatine sepandin û xûşk û birayên Êzidî bi serbestî û azadî vegerin ser cih û warên xwe. Ji bo vê çendê jî, pêdivî ye hemî alî hevkar bin ku Kurdên Êzidî bi xwe biryarê li ser çarenivîs û paşeroja xwe bidin û  maf û keltûr û nerîtên wan bên parastin û birînên wan bên sarêjkirin.”

Di dawiya peyamê de jî Serok Barzanî diyar kir, “Ez hêvîdar im hemû cejn û helkeftên we bi şadî û aramî derbaz bibin û bi hîviya saleka pirr xêr û bereket û bimînin di xêr û xweşiyan de.”

Kurdistan Haberleri

Sûdanî û Şer li Dohayê civiyan
Serok Barzanî, Agit Kabayel pîroz kir
Li Efrînê Cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin
Kongreya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê hat bipaşxistin
Berpirsê berê yê PKKê Seyda Yûsif Muslim: Ji bo PKKê jî aşkera bû ku Serok Barzani dikare pirsgirêka Kurd çareser bike