Serok Barzanî serxweşî li malbat û hevalên Hacî Derwêş kir

Bi boneya koça dawîyê ya Sekreterê Partîya Pêşverû ya Kurd li Sûrîyê Abdulhemîd Hacî Derwêş, Serok Barzanî peyameke serxweşîyê arasteyî malbat, hevxebat û hevalên wî kir.

Navenda Nûçeyan- Bi boneya koça dawîyê ya Sekreterê Partîya Pêşverû ya Kurd li Sûrîyê Abdulhemîd Hacî Derwêş, Serok Barzanî peyameke serxweşîyê arasteyî malbat, hevxebat û hevalên wî kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got, bi mixabinî nûçeya koça dawîyê ya Sekreterê Partîya Pêşverû ya Kurd li Sûrîyê Abdulhemîd Hacî Derwêş gihîşt me.

Di beşeke din peyamê de Serok Barzanî dibêje: Di vê boneya xemgîn de, pirse û serxweşîyê arasteyî malbat, hevxebat û hevalên xwedê jê razî dikin û xwe bi hevbeşê xemên wan dizanim.

Herwiha Serok Barzanî di peyama xwe de got: Ji xwedêyê mezin dixwaz dikin giyanê kak Abdulhemîd Hacî Derwêş bixe ber dilovanîya xwe û dilnîyayê bide her alîyekî.

Nêçîrvan Barzanî jî serxweşî li malbata Hecî Derwêş kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi boneya koça dawî ya Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûrîyê Abdulhemîd Hacî Dewrêş peyama serxweşîyê belav kir.

Di peyama serxweşîyê da Nêçîrvan Barzanî ragihandîye: “Bo koça dawîyê ya Xwedê jê razî Sekreterê Partîya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûrîyê Abduhemîd Hecî Derwêş sersaxîyê li malbat û kesûkar û dost hevalên wî dikim, hevpar û hevxemê wan im.

Xwedê jê razî Abdulhamîd Hacî Derwêş, jîyana xwe ji bo xizmeta gelê xwe derbaz kir û di vê rêde gelek zor û zehmetî kişandin. Xwedayê mezin canê wî bi dilovanî û behişta xwe şa bike û sebir û hedarê bide malbata wî.”

 

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!