Serok Barzanî got, rewşa Kerkûkê demkî ye û tu hêzek li cîhanê nikare nasnameya rastî ya Kerkûkê biguhere.
Serok Mesûd Barzanî ji kanala BBC re, derbarê nakokiyên mezhebî yên ku piştî rûxandina rejîma Iraqê di sala 2003an de derketin holê, got: “Aliyan li şûna ku bikarin vê derfetê ji bo avakirina Iraqeke federal bi kar bînin, dest bi tolhildan û paqijkirina etnîkî kirin. Ew bi rastî karesatek bû."
Serok Barzanî li ser pirsa gelo wê Kurd li gel vê sîstemê bimînin yan na?
“Me tu carî piştgirî nedaye wê siyaseta ku aliyên Şîe û Sunne dişopînin û berpirsyariya wê heyamê li ser her du aliyan e. Yanî her du aliyan paqijiya etnîkî kirine, lê ji ber ku rêveberî di destê Şîeyan de ye, berpirsyariyeke mezin jî heye. Bêguman, kiryarên tolhildan, dûrxistin û pêkanînên bi vî rengî ji bo terorîstan û El-Qaîdeyê jîngehek xweş çêkiriye. Ew karîbûn derbasî Iraqê bibin û li deverên Sunne bicih bibin.”
Di derbarê biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya sala 2017an û berxwedana Pêşmerge di bûyerên 16ê Cotmeha îsal de, Serok Barzanî ev tişt anî ziman:
“Pirsgirêk veguheriye têkoşîna li ser îradeyê. Hemû partiyan xwestin vîna me bişkînin. Sedema sereke ya berxwedana me ev bû. Belê, gelek hewldan li dijî me kirin, lê me li ber xwe da û em bi ser ketin, me di Cotmeha 2017an de ew êrîş rawestand. Eger xiyaneta aliyek nebûya, Kerkûk qet nediket. Lêbelê, ev demkî ye. Ji ber ku tu hêzek li cîhanê nikare nasnameya rastîn a Kerkûkê biguherîne.”
Serok Barzanî di dawiyê de got: “Her neteweyek ku li vê cîhanê dijî, mafê çarenivîsa xwe heye, yan jî bi kêmanî dengê xwe bê bihîstin. Wan ev yek ji bo me baş jî nedidîtin. Kîn û nefreteke mezin li hember me hebû. Ew kîn û nefret jî ji bo şikandina îradeya miletê Kurd pêş ket. Ji ber vê yekê me helwestek ku em ê heta dawiya jiyana xwe poşman nebin girt."