Serok Barzanî û Berhem Salih civiyan

Serok Barzanî û Serokomarê Iraqê Berhem Salih civiyan û çend pirsên girîng û nerîn guftûgo kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro 19. 9. 2019an pêşwazî li Serokomarê Iraqê Berhem Salih û şanda pê re ku ji Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Darayî û hejmarek ji şêwirmendan pêk hatibû kir.

Di civînê de ronahî hate xistin ser pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, bi taybet pirsa buceya giştî ya sala dahatû ya Iraqê, rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, dariştina yasayan û gef û metirsiyên terorê. Di wê derbarê tekezî li ser berdewamiya diyalogê bo çareserkirina koma pirsgirêkan bi pabendbûna bi destûrê hate kirin.

Di wê hevdîtinê de ku endamên Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Huşyar Zêbarî û Mehmûd Mihemed û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî amade bûn, derbarê dawî pêşhatên siyasî yên li ser astê Iraqê û navçeyê de guftûgo hatin kirin. Herwiha proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê hate behskirin û tekezî li pêwîstiya tebayî û yekrêziya aliyên Kurdistanî hate kirin.

K24

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e