Serok Barzanî û Serokê Komela Komara Iraqê civiyan

Serok Mesûd Barzanî ligel Serokê Komela Komara Iraqê Se'ed El Cenabî civiya û tekezî li ser asayîkirina rewşa Kerkûkê kirin.

Li gor malpera taybet a Serok Barzanî, îro Sêşemê li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Komela Komara Iraqê Se'ed El Cenabî kir.

Di hevdîtinê de, ku Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Şu'î(Komunist)ya Iraqê Casim El Helfî amade bû, rewşa siyasî ya Iraqê û proseya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê xistin ber behs û guftûgoyê.

Her di vê civînê de, behsa rewşa bajarê Kerkûkê kirin û tekez kirin ku divê rewşa bajar bê asayîkirin û Kerkûk wekî mînaka pêkvejiyana pêkhatên bajêr bimîne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin