Serok Enfala Barzaniyan bi bîr anî: Ji ber ku Barzanî û Kurd bûn hatin qetilkirin

.

 Serok Mesûd Barzanî, bi boneya salvegera Enfala Barzaniyan peyamekê belav kir û got, 8 hezar Barzanî tenê ji ber ku Barzanî û Kurd bûn hatin girtin û li başûrê Iraqê bi awayekî nemirovane hatin qetilkirin.

Bi ser komkujiya rejima Baas a Iraqê ya di navbera 31ê Tîrmehê û nîvê Tebaxa 1983an de ku 8 hezar Barzaniyên temenê wan di navbera 10 û 85 salî de ne, ji malên wan derxistin û li çolên başûrê Iraqê qetil kirin de 41 sal derbaz bûb.

Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera jenosîda ku bi navê “Enfala Barzaniyan” li ser rûpelên dîrokê cih girtiye, peyamek weşand.

“Ji ber Barzanî û Kurd bûn hatin qetilkirin”

Serok Barzanî di peyama xwe de ev tişt anî ziman:

“Di çalakiyek ne rewa û nerewa de, rejîma berê ya Iraqê 8 hezar Barzaniyên ciwan û pîr û temenê wan di navbera 9 û 90 salî de, tenê ji ber ku Barzanî û Kurd bûn, girtin û bi awayekî nemirovane li çolên başûrê Iraqê qetil kirin. “Ev tawan beşeke ji zincîreya tawanên rejîma berê ya Iraqê ya ji bo têkbirina gelê Kurd, weke windakirina 12 hezar ciwanên Feylî, kîmyabarana li seranserê Kurdistanê, Enfal, koçberkirina bi darê zorê ya ji Kurdistanê û guhertinên demografîk.”  

Serok Barzanî silavê li hemû şehîdên Kurdistanê û Enfalê kir û got: “Em spasiya gelê qehreman ên Kurdistanê û bi taybetî jî ya Herîr, Hewlêr û Soran dikin ku di rojên herî dijwar de li kêleka Barzaniyan bûn û alîkariya wan kirin. Ez silavê li malbatên enfalkiriyan û bi taybet jin û dayîkên Barzanîyan dikim ku bûne nimûneya berxwedan û qehremaniyê û êşa ji destdana hêjayên xwe yên dûr û dirêj dijîn û li benda xemginiyê ne.Ew tawanên ku li dijî gelê Kurd hatine kirin, encama feraseta şovenîstî, keyfî û nemirovane ya desthilatdarên berê yên Iraqê ye. Ev feraset bûye sedema sereke ya paşverûtî, bêbextî û karesata hemû gelên Iraq û navçeyê."

Kurdistan Haberleri

Li Kerkûkê 100 hezar xwendekar beşdarî sala nû ya perwerdeya kurdî dibin
Navê min Jîna ye!
NY ji bo Sûriyeyê civiya: 'Naxwazin çareseriyeke siyasî bê dîtin'
Hejmara 478an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin
Serokwezîr li Zaxoyê kargeheke mezin vekir