Serok Mesûd Barzanî amaje bi pêdiviya bi aştî û çareseriyê kir û got, “Em kêfxweş in ku li Tirkiyeyê behsa pêvajoya aştiyê tê kirin, em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê.”
Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS2024) li Dihokê tê lidarxistin.
Serok Mesûd Barzanî jî beşdarî MEPS2024ê bû û beşeke axaftina xwe ji mijara Doza Kurdan re veqetand.
Serok Barzanî bi bîr anî ku 100 salî zilm û neheqî li Kurdan hatiye kirin û got:
“Kurd 100 salî hatin înkarkirin û Kurdan jî 100 salî li ber xwe da.
Ne înkar gihişt encamê ne jî Kurdan şiya vê yekê biguherin. Ev ji me re dibêje ku divê em rûnin û li aştiyê bifikirin.”
Serok Barzanî got ku her parçeyê Kurdistanê xwedî hinek taybetiyên cuda ye û got, “Rewşa Kurdistana Îraqê ji ya parçeyên din cudatir e.”
“Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê”
Hikûmeta Tirkiyeyê demên dawiyê qeyûman datîne ser şaredariyên DEM Partiyê û cezayên girtîgehê dide siyasetmedarên Kurd.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî hema bêje her roj gefan dixwe ku ew dê êrişî Rojavayê Kurdistanê bikin.
Lê li aliyekî jî qala “pêvajoya çareseriyê” tê kirin.
Serok Mesûd Barzanî diyar kir ku ew piştigiryê didin hewlên ji bo pêvajoya çareseriyê û li pey çû:
“Em kêfxweş in ku li Tirkiyeyê behsa pêvajoya aştiyê tê kirin, em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê.
Nabe ku Kurd bi ti awayî rê bidin terorê yan jî xwe bisipêrin terorê.
Ev xwekuştin e ji bo miletê me. Yê ku vî karî bike, yê ku bibêje bi terorê dikare xizmetê ji gelê Kurd re bike xiyaneteke mezin li Kurdistanê dike.”
Rûdaw