Serok Mesûd Barzanî Pêşewazîya Heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Kir

.

Serok Mesûd Barzanî roja 14.11.2023yê li Pîrmam pêşewazîya heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) kir.

Heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ji Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Cîhgirên Serokê Giştî  Mehmet Can Azbay û Vahît Aba, Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî û Serokê Komîteya Ewropayê RBaran Boskan, Endamê Meclîsa Partîyê û Berpirsê Başûrê Kurdistanê  Orhan Kaya, Endama Meclîsa Partîyê û endama Komîteya Ewropayê  Seval Mert pêk hatibû.

Berpirsê Mekteb Eleaqat a PDKyê Cefer Emînkî û endamê Komîteya Rêveber a Mekteb Eleqat Rêzdar Nîzar Botanî jî beşdarî hevdîtinê bûn.

Serok Mesûd Barzanî bixêrhatina heyeta PWKyê kir.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk jî ji ber vê pêşewazîyê spasîya Rêzdar Serok Mesûd Barzanî kir û heyeta partîya xwe da nasîn.

 Mustafa Ozçelîk di derbarê kongreya damezrandina PWKyê û bîr û bawerî û sîyasetên wê de , di derbarê bernameya PWKyê ya ji bo çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê û daxwazên acîl yên miletê Kurd û rewşa Bakurê Kurdistanê de agahdarî da. Herweha PDK wek partîyeke dost û bira pênase kir û girîngî û pêwîstîya berdewamîya peywendîyên PDK û PWKyê anî zimên.

 Serok Mesûd Barzanî ji kongreya damezrandina Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) pîrozbahî kir û ji bo xebat û çalakîyên PWKyê destxweşî li endam û rêberên PWKyê kir. Herweha Rêzdar Serok Mesûd Barzanî hêvîya xwe ya ji bo berdewamî û serkeftina PWKyê anî zimên.

 Serok Mesûd Barzanî di berdewamîya axaftina xwe de, di derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê û Iraqê de bîr û bawerîyên xwe anî zimên û bal kişand ser girîngîya rêyên aştîyane di çareserîya pirsa Kurd de li her perçeyekî Kurdistanê de.

Peywendî û hemahengîya di nevbera herdu partîyan de jî mijareke din ya hevdîtina heyeta PWKyê ya li gel  Serok Mesûd Barzanî de bû.

Hevdîtina heyeta PWKyê ya li gel Serok Mesûd Barzanî di atmosfereke berhemdar de bidawî hat.

14.11.2023

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
Gelo îhtimal heye ku Tirkiye S-400an bibe Sûriyeyê?
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê her hêlîna bihevrejiyanê be
Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e