Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî derbarê pêşhatên herî dawî yên têkildarî Rojavayê Kurdistanê, de peyamek ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re şand û ragihand, “xwîna Kurdan gelek ji çek û pereyan giring û bi nirxtir e.”
Serok Barzanî di vê peyama xwe ya bo Trump de herwiha dibêje: “Xelkê Kurdistanê hertim li pey mafê xwe bûne.”
Barzanî herwiha ji Trump re ragihandîye: “Pêşmerge DAIŞ têk bir û hevbeşekî bi bandor ê Hevpeymanîya Navdewletîya Dijî Terorê ye.”