Îro çarşemê 07- 08- 2019an rokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Dêrên Kildaniyan li Iraq û Cihanê Kardinal Luis Rafael Sako kir.
Di hevdîtinê da Serokê Dêrên Kildaniyan li Iraq û Cihanê Luis Rafael Sako, pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê jê ra xwest.
Herwiha di hevdîtinê da hejmarek ji kardinal û metranên kildaniyên Iraqê û cihanê amade bûn. Herwiha di civînê da rewşa mesihiyan li Iraqê û Herêma Kurdistanê bi taybet rewşa kildaniyan hate gotûbêjkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî behsa giringiya pêkvejiyanê ya di navbera kemîneyên dînî û neteweyî yên li Herêma Kurdistanê kir û aşkere jî kir ew ê weke hertim mafên pêkhateyên dînî li Herêma Kurdistanê biparêzin.