Serok wezîrê Kendayê pîrozbahîya Cejna Newrozê dike

Justin Trudeau, serok wezîrê Kenedayê, bi boneya hatina cejna Newrozê, pîrobahîyê li gelê Kurd û gelên ahenggêr bi roja newrozê dike.

Navenda Nûçeyan - Di ragehandineka serok wezîrên Kendayê de hatîye, pîrozbahîyê li xelkên Faris, Kurd, Zerdeştî, Behayî, xelkên naverasta Asya û civaka Îsamîlî li Kendayê dikim bi boneya cejna Newrozê.

Serokê wezîrên Kendedayê got jî: Newroz nûvebûneka revanî ye û delîveyeke bo nîşandana pêzînên xwe û hêvîyeke bo geşbînî ya salên dahatî.

Herweha Mike Pompeo, wezîrê derve yê Emerîkayê di Tiwîtekê de nivîsîye, wek serok Tiramp, pîrozbahîya Newrozê li hemû wan kesan dikim ku bîranîna newroz dikin.

Ev di demekê de ye, bi sedema belavbûna Vayrosa Korona, bîranîna Newrozê li Herêma Kurdistanê nahêt kirin û daxwaz ji hevwelatîyan hatîye kirin xwe ji geşt û ahengan dûr bikin.

K24

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e