Seroka Parlamentoya Ewropayê: Me daxwaz kir ku Supaya Pasdaran bikeve lîsteya terorê

.

 Xelata Saxarovê ya îsal nûnerê malbata Jîna Emîniyê Salih Nîkbext wergirt ku Îranê rê neda malbatê.

Seroka Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê di civîneke çapemeniyê de got:

“Me ji ber siyaseta li hemberî jinan daxwaza zêdekirina cezayên li dijî Îranê kiriye.”

Roja sêşemê Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno di civîneke çapemeniyê ya li Parlamentoya Ewropayê de pirsa rexneyên li ser Yekîtiya Ewropayê, ji Seroka Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê Roberta Metsolayê kir.

Roberta Metsolayê di bersivê de diyar kir ku ew bi eşkere piştgiriya doza jinan û azadiya raderbirînê li Îranê dikin û wan daxwaz kiriye ku Supaya Pasdaran a Îranê di lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê de cih bigire.

Seroka Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê Roberta Metsolayê anî ziman:

“Ez nûnertiya hemû parlementoyê dikim. Bi sedan parlementeran bersiv da banga ku malbata Jîna Emîniyê ji bo wergirtina xelatê were vir.

Ev tenê ne xelatek e, herwiha piştgiriyek e ku Îranî ji bo azadiya raderbirînê têkoşîna xwe bidomînin. Em li vir wek maleke demokratîk serbilind in ku bûne parêzvanên azadiya raderbirînê û em dê bidomînin.”

Seroka Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê Roberta Metsolayê di berdewama bersiva xwe de got:

“Guftûgoya ku em îro bi we re dikin û piştgiriya ku em li hemû bajarên Yekîtîya Ewropayê didin ew e ku em peyama xwe ya herî xurt nîşanî xwişkên me yên li Îranê dişînin ku em li pişta we ne.”

Kurdistan Haberleri

Serokê Îtîlafê: Me lêkolîn ji bo kiryarên li gundê Kaxirê vekiriye
Li Swêdê Jinek bi Tawanên Şer Dijî Êzîdîyan li Sûrîyê Hate Tawanbar Kirin
Li Hewlêrê nûnertiya bazirganî ya Erebistana Siûdî hate vekirin
Ji Xemîs Xencer peyama Kurdî: Em alîkariya gelê Kurd a 2014an qet ji bîr nakin
Ew dersên ku Kurd pêdivîye li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” werbigrin