Serokê Amerîkayê sedemê êrîşa li hember milîsên Heşdî Şeibî aşkera kir

.

Serokê Amerîka Joe Biden radihand, baregehên li ser sînorê Iraq û Sûriyê hatine armanckirin, ji bo êrîşkirina li ser berjewediyên Amerîka dihatin bikaranîn.

Di nameyekê de bo Serokê Encûmena Nûneran a Amerîka Nancy Pelosi de, Serokê Amerîka Joe Biden tekez kir, “Baregehên li ser sînorê Iraq û Sûriyê hatine armanckirin, ji bo êrîşkirina li ser berjewediyên me dihatin bikaranîn û bombebarankirina wan baregehan, ji bo parastina hêzên me li Iraqê bû.”

Biden got: “Êrîşên grûpên çekdaran li ser leşker û hêzên Amerîka û Hepeymaniya Navdewletî di dema dawî de zêde bûne û hin jî birîndar bûbûn.”

Ji aliyekî din ve, Nûnera Amerîka li Neteweyên Yekgirtî Linda Thomas got: “Armanc ji wê êrîşa asmanî ya li ser mîlîşyayên ser bi Îranê ve, rêgirtina li pêkanîna êrîşên zêdetir li ser berjewendiyên Amerîka li Iraqê bû.”

Berbanga roja 28ê Hezîranê firokeyên şer ên Amerîka 3 baregehên grûpên Heşda Şeibî li ser sînorê Iraq û Sûriyê bombebaran kirin û li gor daxuyaniyekê, 4 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) jî aşkere kir, ew êrîş bi fermana Joe Biden hate kirin.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e