Serokê ENKSyê peyama spasîyê ji Serokê Giştî yê PWKê re şand

Serokê ENKSyê peyama spasîyê ji Serokê Giştî yê PWKê re şand

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) rêzdar Sulêman Oso peyama spasîyê ji Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) rêzdar Mustafa Ozçelik re şand.

…………………………….

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Rêzdar Mustafa Ozçelik

Bi navê encûmena niştimanî kurd li sûryê, em spasiya we û hemû endam û layengerên partiya we dikin, li ser nameya we ya pîrozbahiyê .

Hêja Mustafa Ozçelik

Em tekiz dikin, ku emê berdewam bin di têkoşina xwe de, ta pêkanîna mafên netewî û siyasî yên rewa, bo gelê kurd, di dewleta sûrya demuqrat ya pêşerojê de. Di heman demê de, emê her hevkar bin bi têkoşerên kurd re li tevahiya Kurdistanê û cîhanê û em bawerin ku partiya( PWK) wê her hokarekî xebatkar û erênî be, bo yekbûna hêzên niştimanî kurd, li Kurdistana Bakur, ta serkeftinê

Serokê ENKS

Sulêman Oso

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye