Serokê GGCyê Felat Bozarslan, ji ber peyama wî ya pîrozbahîyê, Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk re peyama spasîyê şand

.

Serokê Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilat(Güneydoğu Gazeteciler Cemiyeti)  Felat Bozarslan, ji ber peyama wî ya pîrozbahîyê, ji Serokê Giştî yê Partîya Welatparezên Kurdistanê (PWK)  Mustafa Ozçelîk re peyama spasîyê şand.

Birêz Mustafa Ozçelîk

Ez bi navê xwe û lijneya xwe ya rêvebir spasiya we dikim û spasiyên xwe pêşkêşî we dikim ji bo peyam û piştevaniya we ya xweş. Piştgiriya we di rêwîtiya me ya bi dirûşmeya rojnamegeriya serbixwe, bêalî û azad de ji bo me pir bi nirx û watedar e. Peyama we ya hevgirtinê hêz da me.

Em spasiyên xwe pêşkêşî we hemû endam û rêveberên partiya we dikin.

Silav û rêz.

Felat Bozarslan

Serokê Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilat

Kurdistan Haberleri

Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
Gelo îhtimal heye ku Tirkiye S-400an bibe Sûriyeyê?
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê her hêlîna bihevrejiyanê be
Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e