Doh 16ê Tebaxê bi hilkefta 72yemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), li Hewlêre, li Otêla Rotanayê merasîmek bi beşdariya Rêzdar Serok Barzanî hatibû lidarxistin.
Rêzdar Serok Mesûd Barzanî di vê mersimê de axaftinek kir.
PAK jî ji bo vê çalakîyê hatibû dawet kirin.
Li ser navê PAKê endamê Komîteya Birevebirîya Navendî û Berpirsyarê Başûrê Kurdistanê yê PAKê Rêzdar Orhan Kaya beşdarî vê merasîmê bû.
Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik peyamek ji vê çalakiyê re şand.
Peyama Rêzdar Mustafa Özçelik ev e:
"Rêzdar Serok Mesûd Barzanî
Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê
16yê Tebaxa 2018an 72yemîn salvegera damezrandina PDKyê (Partî Demokrat a Kurdistanê) ye.
Ew alaya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mustafa Barzaniyê nemir kiribû, ev e 72 sal e çiya bi çiya, deşt bi deşt, gelî bi gelî, bajar bi bajar bi xwîna şehîdên Kurdistanê û bi berxwedana pêşmergeyên qehreman li ba dibe.
Ew ala ya bi rûmet îro bi Serokatiya cenabê we , bûye sembola azadî û serxwebûna Kurdistanê.
Weke PAK, di vê meşa pîroz de, em piştgir û alîkarê hemû destkeftiyên gelê xwe yên hemû perçeyên Kurdistanê ne. Em ligel doza azadî û serxwebûna xwişk û birayên xwe yên Başûrê Kurdistanê ne. Em bi cenabê we û bi partiya we ya têkoşer re ne.
72 saliya PDKyê li cenabê we, li hemû endam û rêvebirên PDKê, li pêşmergeyên qehreman û li gelê Kurdistanê pîroz be.
Li gel rêzen xwe
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê(Partiya Azadiya Kurdistanê)