Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan Li Amedê Seredana PAKê Kir

.

Serokê Giştî yê HAK-PARê(Partîya Maf û Azadîyan) Rêzdar Duzgun Kaplan, li gel Cîhgirên Serokê Giştî yê HAK-PARê Rêzdar Arîf Sevînç û Rêzdar Davût Bîlînmîş, endamê Lijneya Serokatîyê Rêzdar Mahsûm Çelebî, endamê Meclîsa Partîyê Rêzdar Mustafa Aytaç, roja 11.01.2023yê li Amedê seredana PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) kirin.

Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Vahît Aba û Rêzdar Nûrûllah Tîmûr, Berdevkê PAKê Rêzdar Hanîfî Tûran, endamê Meclîsa Partîyê ya PAKê Rêzdar Şerîf Karakûrt pêşewazîya heyeta HAK-PARê kirin.

Heyeta PAKê bixêrhatina heyeta HAK-PARê kir û ji bo vê seredanê spasîya heyeta HAK-PARê kir. Heyeta HAK-PARê jî ji bo vê pêşewazîyê spasîya heyeta PAKê kir.

Di hevdîtinê da heyetên PAK û HAK-PARê girîngîya peywendîyên herdu partîyan anîn ziman û li ser rewşa Kurdistanê û Tirkîyeyê, li ser peywendîyên di navbera hêzên neteweyî da bîr û rayên xwe bi hevdu ra parve kirin.

Herweha HAK-PARê ji bo nirxandina hilbijartinên ku di 18ê Hezîrana 2023yê da dê li dar bikevin, bangî civîneke hevbeş li PAKê û hinek partî û tevgerên kurdan kir.

Hevdîtina heyeta HAK-PARê û PAKê di atmosfereke dostane û berhemdar da derbas bû.

11.01.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Sempozyuma Kurdiyatê: ‘Ebdurrehîm Rehmî Hekarî û Mîrasa Wî ya Çandî
30 saliya çalakiya Dayikên Şemiyê: Em dev ji doza xwe bernadin
Rêzdar Mistefa Hicrî li derheq mangirtina seranserî ya ajotvan û xwediyê kamiyonan peyamek belav kir
Keça Kurdistanê ji nav girtîgehê dibêje emê di xebata xwe de berdewam bin
Jina Kurd û Pênaseya Nû