Serokê Giştî yê PAKê Li Londonê Hevdîtinek Bi Wezareta Derve ya Îngîlistanê Pêk Anî
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk li gel endamê Meclîsa PAKê Nîmet Mumtaz Aydin û endamê Komîteya Fransayê Faysal Taşkiran roja 05.09.2016an li Londonê bi nûnerên Wezareta Derve ya Îngîlîstanê hevdîtinek pêk anîn.
Li ser navê Wezareta Derve ya Îngîlîstanê ji Buroya Ewrûpa Maseya Tirkîyê John Riley û Alistair Kelsey pêşewazîya heyeta PAKê kirin.
Mustafa Ozçelîk jibo vê hevdîtinê spasîya xwe pêşkêş kir û di derbarê PAKê de bi berfirehî agahdarî da.
Mustafa Ozçelîk bîr û rayên PAKê yên di derbarê çareserîya pirsa Kurdistanê, sîyaseta Dewleta Tirk ya di derbarê mafê netewî û demokratîk yên miletê Kurd de nêrînên xwe anî ziman.Herweha di derbarê rewşa başûr , rojava û rojhilatê Kurdistanê de nêrînên PAKê anî ziman.
Mustafa Ozçelîk got ‘’Îro li bakurê Kurdistanê şerekî ku gelê me jê zerarê dibîne berdewam e. Di vî şerî de Dewleta Tirk dixwaze destkeftîyên heyî ji holê rabike û rê li ber xebata sîyasî û sivîl ya gelê Kurdistanê bigire; dixwaze berê Kurdan bide şerî. Lê şer zerarê dide Kurdan, em ne li gel şerî ne’’.
Mustafa Ozçelîk daxwaz ji Dewleta Îngîlîstanê kir ku ji bo ev şera raweste, jibo Tirkîye hebûna miletê Kurd di destûra xwe de qebûl bike û mafên netewî demokratîk pêk bîne, roleke aktîf bilihîze. Herweha got ‘’ Em daxwaz dikin ku Îngîlîstan piştgirîya meşa serxwebûna başûrê Kurdistanê ,piştgirîya destkeftîyên gelê me yên Rojavayê Kurdistanê û piştgirîya doza azadîya gelê me ya li rojhilatê Kurdistênê bike’’.
Mustafa Özçelik got em dixwazin li gel Dewleta Tirk bi rêyên aştîyane, sîyasî û demokratîk , bi rêya dîyalogê pirsên xwe çareser bikin.
Nûnerên Wezareta Derve yên Îngîlîstanê jî gotin ‘’Em li gel wê yekê ne ku hemû pirs û pirsgirêk bi rêyên aştîyane, bi dîyalogê bêne çareser kirin’’.
Mustafa Ozçelîk daxwaza berdewamîya van hevdîtinan kir û dubare spasîya xwe anî ziman.