Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Em bi koça dawîya birêz diktor Roj Nûrî Şaweys gelekî xemgînin

.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Em bi koça dawîya birêz diktor Roj Nûrî Şaweys gelekî xemgînin

"Em bi xemgînî agahdar bûne ku endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) diktor Roj Nûrî Şaweys, ji ber nexweşîyeke xwe koça dawîyê kirîye.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Diktor Roj Nûrî Şaweys bi dehan salan wek pêşmerge, wek kadroyekî sîyasî, wek rêveber, kedkarekî pêşeng ê doza azadîya Kurdistanê bû.

Birêz Diktor Roj Nûrî Şaweys Serokatîya Parlamentoya Kurdistanê , Serokwezîrîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û di sala 2004ê de jî Cîhgirê Serokwezîrîya Hikûmeta Iraqê kiribû.

Birêz Diktor Roj Nûrî Şaweys di nava PDKyê de jî gelek wazîfeyên cuda hilgirtibû.

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be. Sersaxîyê ji malbata xwedê jê razî re, ji Birêz Serok Mesûd Barzanî û ji hemû rêveber û endamên PDKyê re dixwazim. Serê gelê Kurdistanê sax be."

15.02.2021

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Kurdistan Haberleri

Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye
Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin