" Welatperwerê Kurd Abid Gurses roja 12.06.2022yê ji ber nexweşîya penceşêrê , li bajarê Stockholm a Swêdê koça dawî kir.
Abid Gurses nêzîkî 50 salî wek kedkar û kadroyekî welatperwer, wek sîyasetmedar, rojnamevan, nivîskar di nav refên doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê da cîhê xwe girt.
Ew endamekî TEVGERA RIZGARÎ, damezranerîkî PDK-HEVGIRTINê bû. Di destpêka damezrandina PAKê da, li Ewropayê, piştgir, dost û alîkarekî PAKê bû. Abid Gurses endamê Komeleya Nivîskarên Kurd a Li Swêdê bû.
Em bi wefata kek Abid Gurses gelekî xemgînin.
Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.
Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endam û alîgirên PAKê sersaxîyê ji malbat û heval û hezkirîyên kek Abid Gurses ra dixwazim.
Serê gelê Kurdistanê sax be."
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê PAKê