Gelek kanalên telewîzyonên Kurdî eleqeyeke baş nîşan dan û hinekan ji wan jî weşana zindî kirin.
Herwiha gelek siyasetvan û rewşanbîrên Kurd û girseyeke zêde beşdarî brîfîngê bûn.
Brîfîng bi axaftina endamê Komîteya Birêvebiriya Navendî ya PAKê Hanifi Turan destpê bû.
Paşê Mustafa Özçelik dest bi axaftina xwe kir. Piştî ku Mustafa Özçelik birîfînga xwe xelas kir, beşdaran jî pirsên xwe kirin û bi bersivdayînê brîfîng bi dawî hat.
Mustafa Özçelik di brîfîngê de zêdetir li ser rewşa Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê û Başûrê Kurdistanê rawestiya.