Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk li Amedê Seredana Navenda Alîkarîyê ya Weqfa Xêrxwazîya Barzanî Kir

.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk roja 12.02.2023yê li Amedê i gel Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran û endamê Meclîsa Partîyê ya PAKê Şerîf Karakûrt , seredana Navenda Alîkarîyê ya Weqfa Xêrxwazîya Barzanî kirin.

Berpirsê Navenda Alîkarîyê ya Weqfa Xêrxwazîya Barzanî ya li Amedê Kak Bêwar û xebatkarên Weqfê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Weqfa Xêrxwazîya Barzanî her roj li Amedê xwarina germ li 2000 kesan belav dike.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk ji bo vê xebata alîkarîya ji bo mexdûrên erdhejê spasîya Weqfa Xêrxwazîya Barzanî kir.

Mustafa Ozçelîk got ‘’Ev alîkarîyên Weqfa Xêrxwazîya Barzanî karekî însanî ye, karekî neteweyî û welatperwerane ye. Wek hemû xebatên ji bo alîkarîyê têne kirin ev xebata we jî pîroz e, cîhê rêzê ye. Wek PAK em jî li Amedê , li Semsûrê, li Ruhayê, li Çelîkhan û Sîncîkê alîkarîyê digihînin mexdûrên erdhejê.Em dixwazin van alîkarîyan bigihînin mexdûrên li Entab, Mereş, Îslahîye û Hatayê jî. Endam, alîgir û dostên PAKê û gelê me, çi bi neqdî û çi wek eşya alîkarîyan digihînin Navenda PAKê. Em jî wek PAK mexdûrên ku pêwîstîyên wan hebin tesbît dikin û paşê jî endam û alîgirên PAKê bi destên xwe van alîkarîyana digihînin mexdûran. Heger di nav xebata xwe da, êwîstîya Weqfa Xêrxwazîya Barzanî bi mirovan hebe, em wek PAK amade ne, bi endam û alîgirên xwe li gel we bin’’.

Berpirsê Weqfa Xêrxwazîya Barzanî Kak Bêwar jî spasîya heyeta PAKê kir û got ‘’Carina pêwîstîya me bi mirovan ve dibe. Ji îro pê ve gava pêwîstî çêbû emê li we bigerin, dê gelekî baş be’’.

12.02.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Em ji tûndûtujiya li hember jinê re dibêjin na!
Komisyonê encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pesend kir
Geir Pedersen: Pir Girîng e Sûrîyê Nekeve Nav Şer
Nêçîrvan Barzanî: Ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê em soz didin jinên Kurdistanê
Partiya Newrozê hat damezrandin