Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik bo koça dawî ya dêya Huseyîn Yezdanpena-Serokê PAK a Rojhilatê Kurdistanê peyamek sersaxîyê belav kir.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di peyama xwe de wiha got:
Min bi xemgînî koça dawî ya dêya kak Huseyîn Yezdanpena-Serokê PAK a Rojhilatê Kurdistanê bihîstîye.
Şirîkê xema kak Huseyîn Yezdanpena me.
Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wê biheşt be. Sersaxîyê ji kak Huseyîn Yezdanpena û ji hemû malbata wan re dixwazim.
08.01.2021
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê