Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik li ser koça dawî ya welatperwerê Kurd M.Ali Sevilgen daxuyaniyek sersaxiyê belav kir.
“Sersaxîyê ji malbata welatperwerê Kurd M.Ali Sevilgen re dixwazim.
Welatperwerê Kurd, kedkarê doza azadîya Kurdistanê Mehmet Ali Sevîlgen ji ber vîrusa koronayê çû ber dilovanîyê xwedê.
Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be.
Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endam û alîgirên PAKê sersaxîyê ji malbat û hezkirîyên kek M.Ali Sevilgen re dixwazim. Serê gelê me sax be.”
17.11.2020
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê