Piştî ku êrîşa mûşekî bi ser saziya medyayî ya Kurdistan24ê û çend cihên sivîl ên Hewlêrê de hat kirin, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk daxuyaniyek belav kir û êriş şermezar kir.
Daxuyaniya Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk wiha ye:
Em li gel xelkê xwe yê Başûrê Kurdistanê û li gel kedkarên Telewîzyona KURDISTAN24ê ne
Dewleta Îranê, şeva 13.03.2022yê êrîşek bir ser Hewlêr a paytextê Başûrê Kurdistanê.Dewleta Îranê dibêje me êrîş birîye ser hinek binkeyên Dewleta Îsraîlê yên li Hewlêrê. Lê ev derew nikare armanca Dewleta Îranê ya têkbirina destkeftîyên li Başûrê Kurdistanê veşêre.
Gelê Kurdistanê li himberî jenosîdên Enfalê, Helebçeyê, li himberî tu zilm û zordarîyan sere xwe netewand. Divê dost û dijminên gelê me baş bizanibin ku, gelê Kurdistanê li himberî êrîşên terorîstan û planên hevalbendên terorîstan jî , li himberî êrîşa Dewleta Îranê jî dê serê xwe netewîne.Tu êrîş û planên dijminan dê nikaribe rê li ber azadî û serkeftina Kurdistanê bigire.
Em vê êrîşa Dewleta Îranê ya li ser Hewlêrê rûreş dikin.
Sedam Husênê jenosîdkar di nav wê xwîna jenosîde de fetisî û nikarîbû rê li ber destkeftina Herêma Ferdere ya Başûrê Kurdistanê bigire. Dewleta Îranê jî dê nikaribe destkeftin û pêşkeftinên gelê me yê Başûrê Kurdistanê ji holê rake û dê nikaribe rê li ber Dewleta Azad û Serbixwe ya Başûrê Kurdistanê bigire.
Gelê me bi yekgirtin, tifaq û hevkarîya neteweyî û niştimanî li Başûrê Kurdistanê destkeftîyên federe bidest xist; her bi tifaq û yekgirtina neteweyî û niştimanî dê xwedî li van destkeftinan derkeve û dê miheqeq bigihêje azadî û serxwebûna xwe.
Êrîşên terorîstan û yên Dewleta Îranê dê nikaribe dengê azad yê çapemenîya Kurdistanê jî bibire. Em ji hemû rêvebir, xebatkar û kedkarên Telewîzyona KURDISTAN24ê re, ji gelê me yê Hewlêrê re dibêjin derbasbûyî be, em li gel kedkarên Telewîzyona K24ê ne, em li gel xelkê xwe ne.
13.03.2022
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê PAKê
Bixwîne: PAK, PSK, TDK-TEVGER: Em êrîşa hovane û dijminane ya li ser Hewlerê rûreş dikin