Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em bi wefata hevalê xwe Samet Polat gelekî xemgînin

.

Hevalê me, kedkarê doza azadîya Kurdistanê, welatparêzê Kurd Mamoste Samet Polat îro (02.01.2024) ji ber nexweşîya qanserê koça dawî kir.

Kek Samet Polat, 50 sale wek xebatkarekî dilsoz, bê westan di nav refên têkoşîna azadîya Kurdistanê de cîh girtibû.

Kek Samet Polat, endamê KİP-DDKD, PAK û Partîya Welatparêzên Kurdistanê ( PWK) bû.

Em bi wefata hevalê xwe yê hêja, fedakar, dilsoz kek Samet Polat gelekî xemgînin.

Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.

Em sersaxî, sebir û metanetê ji malbat û hezkirîyên kek Samet Polat re dixwazin.

Serê me hemûyan sax be.

Serê gelê Kurdistanê sax be.

Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) 

Kurdistan Haberleri

Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e
Konferanseke zanistî ya navdewletî li ser Êzidiyan li Dihokê bi rê ve diçe
Konsulê Fransayê: Me peywendiyeke xurt bi Herêma Kurdistanê re heye
Di dîrokê de dewletên Kurdan - Mehmet Gur