Navenda Nûçeyan- Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) Letîf Epozdemîr bû mêvanê birgeya Taştê li bernameya Nûrojî Dostan a Rûdawê û derbarê sîyaset, xebat û armancên partîya xwe û dawîn pêşhatên li Kurdistan û navçeyê herwiha rexneyên li ser partîya xwe pirsên nûnerê Rûdawê li Amedê bersivandin.
Letîf Epozdemir ku di kongreya 8an de weke Serokê HAK-PARê hatibû hilbijartin, derbarê sîyaseta partîya de dibêje, “Bernameya HAK-PARê ya sala damezrandina wê di 2002an tevî ku 19 sal derbas bûne, me neguhertîye. Rêbaza wê jî nehatîye guhertin û çawa hatibe danîn her wisa maye. Bo nimûne hinek tişt kevn bûne ku divê jê bên derkirin, lê me bi qestî dest ne daye. Me xwest wî rûhî biparêzin.”
Serokê HAK-PARê derbarê kesên ku ji wê partîyê veqetîyane û partîyên nû ava kirine ne de jî dibêje, “Ez hîn nizanim bi çi mebestê jê veqetîyan û di HAK PARê de kîjan rêveçûn li xweşa wan neçû û wan rexne lê girtin, xwe cuda kirin û rêxistinên din ava kirin.”
Derbarê rexneyên li ser HAK-PARê jî Letîf Epozdemîr dibêje, “Enîya me vekirîye” û red dike ku wesayeta Kemal Burkay li ser wê partîyê hebe bo vê yekê jî proseya Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û cudabûna wan herdu partîyan nîşan dide û dibêje, “20 sal berîya HAK-PARê PSK hebû, Kemal Burkay jî serokê PSKê bû, gelo wê demê wesayet nebû û îro wesayeta Kemal Burkay derket pêş?”
Li ser ‘lawazbûna’ HAK-PARê û polîtîkayên ji bo bihêzkirina wê partîyê di pêşerojê de jî Epozdemîr proseya ji hev cudabûna HAK-PAR û PSKê bibîr dixe û vê yekê, weke, ‘derbeyeke mezin’ li ser HAK-PARê binav dike û dibêje, “Piştî wê cudabûnê gelek rêxistinên HAK-PARê hilweşîyan û ji bo avakirina wan dem pêwîst bû.”
Letîf Epozdemîr dibêje jî gelek guhertin di yasayên ji bo beşdarîya hilbijartinan li pêşîya partîyên biçûk û taybet jî partîyên Kurdistanî hatine danîn û amaje bi wê dike, piştî ku HAK-PARê di bernameya xwe de cih da ‘sîstema federalîyê’ û daxwaza vê kir û piştre doz lê hat vekirin û lê dibêje Dadgeha Bilind a Tirkîyê, ‘daxwaza federalîyê’ weke sedemek bo girtina partîyê pênase nekir û Epozdemîr vê yekê jî weke, ‘rûdaneke girîng û destkevtek bo gelê Kurd’ dibîne û herwiha gotinên xwe wiha dewam dike, “Lê piştî wê sîstem pê hesîya ku dengekî federalîyê tê û partîyek jî heye li ser vê jîyana xwe didomîne li Tirkîyê û li ser vê jî asteng hatin derxistin ku nekaribe li 43 wîlayet û girêdayî wan li ji sêyan yekê navçe û bajarokên wîlayetan xwe birêxistin bike ku bikeve hilbijartinan.”
Latif Epozdemîr herwiha amaje bi dawîn guhertinên di yasaya bo beşdarîya partîyan di hilbijartinan de li Tirkîyê, dike û tekez dike ku bo pêkanîna wan şert û mercên hatine danîn hem dem pêwîst e û hem jî barekî giran yê aborî ye ku ji hêza partîya wan derdikeve û dibêje, “HAK-PARê nekarî ji bin barekî wiha giran derkeve. Li gelek cihan teşkîlatên me hene, lê avahî tune ye ji ber nebûna aborîyê û ev astengeke mezin e.”
Serokê nû yê HAK-PARê li ser rexneyên ‘dûrketin û pêkneanîna dîyalog û danûstandinê li gel HDP û partîyên din ên Kurdistanî’ got ku sedemên vê yekê hene û dibêje, “Nîyeta me nîne em xwe ji ti partîyên Kurdistanî cuda bikin. Di mejîyê me de yekitî li ser proje û bernameyeke neteyî pêk tê. Eger em yekîtîyê tenê ji bo daxwaza dilê xwe pêk bînin ev bi kêrî nayê. Em dixwazin yekîtî li dor bernameyeke milî, Kurdistanî pêk were.”
Letîf Epozdemîr dibêje, ‘xebatên hevbeş ne yekîtîya netewî’ ne û dîyar dike, “ne mumkin e em bi HDPê re rûnin” û hesaba hejmara û dan û standina şaredarîyan bikin û radigihîne, “HDP dibêje, ‘em ne partîyeke Kurdan e, em partîyeke Tirkîyê ne’ û behsa yek welat, yek al û tiştên wiha dike. Lê em dibêjin em partîyeeke Kurdî ne.”
Derbarê dawîn hevdîtin û danûstaninên di navbera partîyên Kurdî de jî Epozdemîr dibêje wan ji HDPê re pêşnîyaz kiribû, “Em dê bi we re hevkarîyê bikin, lê pêşîyê em deklarasyonekê belav bikin û bibêjin me li ser van xalan hevkarî bi HDPê kirîye û em wê belavî raya giştî ya Kurdî bikin. Piştî wê hûn yek berbijêrekî me nîşan nedin jî ne pirsgirêk e.”
Li ser kar û xebatên bo pêşerojê jî Serokê HAK-PARê amaje bi dirûşma wê partîyê ya di dawîn kongreyê de dike û dibêje, “Me biryarek daye ku HAK-PAR ji îro û pê de, zêdetir bi hêzên demokratîk û milî re hevkarîyê bike. Hewl bide bo ku yekîtîyeke milî pêk were.”
Letîf Epozdemîr bibîr dixe ku derîyê wan bo herkesê ku ji partîyê veqetîyane vekirîye û lê dibêje divê ew nîqaş li paş bimînin û dîyar dike, “Em îro amade ne bi wan re birûnin, bernameyekê çê bikin û hevkarîyeke ku miletê Kurd jî qebûl bike pêk bînin, ne weke enî, lê weke xebateke hevbeş. Di bernameya me de jî cih digire û em dê bixebitin ku ev pêk were. Pêşîyê divê komxebatek bê kirin.”
Çavkanî: Rûdaw