Serokê Herêma Kurdistanê lêborîneke taybet ji bo hejmareke hikimkiriyan derxist

.

 Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê ragehand, “Serokê Herêma Kurdistanê bi hejmara 336 lêborîneke taybet ji bo hejmareke hikimkiriyên çaksaziyên Herêma Kurdistanê derxist.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro (Yekşem, 13.10.2024) amaje da, “Li dû benda 6ê ji qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê/Îraq hejmar 1 a sala 2005ê ya edilandî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro fermana hejmar 336 derxist, ku lêborîneke taybet e ji bo hejmareke hikimkiriyên çaksaziyên Herêma Kurdistanê di çarçoveya piroseyeke lêborînê de ku dê berdewam be.”

Dilşad Şehab herwesa got, “Li dû wê fermanê, lêborîna taybet a Serokê Herêma Kurdistanê ji 17 hikimkiriyan digire ku, pişka zêde ya dema hikimê xwe temam kiriye û rewşa saxlemiya wan binecih nîne.”

Navbirî herwesa ron jî kir ku, ew ferman raspardeyeke pêştir a Serokê Herêma Kurdistanê ye, bi pêkanîna lijneyeke hevpar a navbera Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokatiya Civata Wezîran û wezaretên peywendîdar û Civata Dadwerî û herwesa Desteya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê, ji bo helsengandina rewşa zindan û çaksaziyan.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê herwesa got, “Wê lijneyê di dema borî de li ser rewşa wan hikimkiriyan lêkolîn kiriye, ku zêdebarî temamkirina demeke zêde ya hikimê xwe, metirsî nemaye û dikarin têkelî civakê bibin, lewma pêşniyara azadkirinê wan hatiye kirin.”

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî li ser hebûna hêzên Hevpeymanan daxuyanî da
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir
Medyaya Îsraîlê: Yehya Sînwar hat kuştin!
Nêçîrvan Barzanî: Pêşmerge gelek qurbanî dane û bi xwîna xwe xaka Kurdistanê parastiye
Tirkiye, Bulgaristan û Romanya belgeya hevkariya leşkerî îmze kir