Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Letîf Reşîd kir

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hilbijartina wî wek Serokomarê Iraqê pîrozbahî li Letîf Reşîd kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hilbijartina wî wek Serokomarê Iraqê pîrozbahî li Letîf Reşîd kir.

Di twîtekê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hilbijartina Letîf Reşîd wek Serokkomarê Iraqê pîrozbahî li wî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku hemû alî bi hev re ji bo pêşerojeke baştir û pêkanîna hikûmeteke ku bersiva daxwazên welatiyan û pirsgirêkên vê serdemê, kar bikin.

Îro pêncşemê, Letîf Reşîd bi dengên 162 parlamenteran, di gera duyem a hilbijartina Serokomarê Iraqê de li parlamentoyê, wek Serokomarê Iraqê hat hilbijartin.

Kurdistan Haberleri

Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn
Rejîma Îranê hunermendekî Kurd girt û 2 kolberên Kurd jî birîndar kir
Efrîn | 6 çekdarên Tirkiyê piştevaniya wan dike hatin kuştin û birîndarkirin
Putin agirbest îlan kir