Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem îro pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir. Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Me li gel Şah Ebdullah behsa karê hevbeş, aloziyên li navçeyê û pirsên hevbeş kir.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro demjimêr 11.20 gihişt Firokexaneya Navdewletî ya Şajin Elya ya Emmanê û ji aliyê merasîmeke ast bilind hat pêşwazîkirin. Nêçîrvan Barzanî paşê derbasî Koşka taybet a Şahê Urdinê bû ji aliyê Şah Ebdullah ve hat pêşwazîkirin.
Nêçîrvan Barzanî derbarê civîna li gel Şahê Urdinê de li hejmara xwe ya Twitterê ragihand, “Kêfxweş bûm ku îro li Emmanê li gel Şah Ebdullahê Duyem kom bûm. Me li gel Şah Ebdullah peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Urdinê de gotûbêj kir.”
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha tekez kir, ku ew girîngî bi peywendiyên dîrokî yên Herêma Kurdistanê yên li gel Urdinê didin û dê zêdetir pêş bixin û got jî, “Me li gel Şah Ebdullah behsa karê hevbeş, aloziyên li navçeyê û pirsên hevbeş kir.”
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ji Rûdawê re ragihandibû, “Ew serdan di çarçoveya hewlên dîplomatîk ên cenabê Serokê Herêma Kurdistanê de ye bo bihêzkirina peywendiyan, pevguhertina bîr û ra û pêkanîna têgihiştineke hevbeş e li ser ser wan mijarên bo herdu aliyan girîng in, ji wan; peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel Şahnişîna Urdina Haşimî û peywendiyên Iraq û Urdinê, aramî li navçeyê, têgihiştina siyasî û pirsa terorê mijarên gotûbêjê ne.”
Herêma Kurdistanê û Urdin xwedî peywendiyên bihêz û dîrokî ne û ew peywendî qonax li pey qonaxê, pêş ve çûne.
Rûdaw