Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Polandê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin

.

Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de bi Serokwezîrê Polandê Mateusz Morawiecki re civiya. Di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Polandê rewşa siyasî ya Iraqê, şerê li dijî terorê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Şeva Înê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Polandê Mateusz Morawiecki kir. Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê, şerê li dijî terorê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên li navçeyê hatin gotûbêjkirin.

17ê Sibata 2023an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandineke fermî ji bo beşdarbûna di Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de gihîşt bajarê Munich a Almanyayê. Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya konferansê de çendîn hevdîtin ligel serok û berpirsên welatan pêk anî.

Her du aliyan daxwaza xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina hevkariyên bi taybetî di warên aborî, bazirganî û akademî de anîne ziman.

Nêçîrvan Barzanî spasiya Polandê kir ku di şerê li dijî DAIŞê de piştgirî û alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.

Her wiha di civînê de bandor û encamên şerê li Ukraynayê, krîza enerjiyê û hewlên çareserkirina wan û çendîn mijarên ku di berjewendiya her du aliyan de ne hatin gotûbêjkirin.

Kurdistan Haberleri

2 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê hatibûn revandin vegeriyan Başûrê Kurdistanê
Serokkomariya Sûriyeyê li ser Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
MÊRDÎN - 50 saliya nivîskariya Berken Bereh hat pîrozkirin
Jineke ji Rojhilatê Kurdistanê ferhenga Kurdî ya termên yasayî amade kiriye
Metran Beşar Werde: Beşdariya Nêçîrvan Barzanî ya li Romayê şanazî ye ji bo Xiristiyanên Kurdistanê