Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniya Îtalyayê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Îtalyayê Lorenzo Guerini kir û herdu alî bi hev re civiyan.

Biryar e îro Wezîrê Berevaniya Îtalyayê li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bicive.

Rola Îtalya di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, alîkarî û hemahengî di navbera Wezareta Berevaniya Îtalya û Wezareta Pêşmerge de û mana hêzên Îtalya li Herêma Kurdistanê, mijarên serekî yên gotûbêjên navbera Wezîrê Berevaniyê yê Îtalya û berpirsên Herêma Kurdistanê ne.

Wezîrê Berevaniyê yê Îtalya li twittera xwe wêneyê serdana xwe bo cem serbaz û şêwirmendên serbazî yên Îtalyayê li Hewlêrê belav  kirine û ragihandiye, serdana wî ji bo tekezkirina li ser peyama piştevaniya Îtalya bo hevpeymanên xwe ye.

Lorenzo Guerini, Wezîrê Berevaniya Îtalyayê êvara duh bi serdanekê gihîşt Hewlêrê û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl ve hat pêşwazîkirin.

Guerini roja Dûşemê 28ê Îlona 2020an bi serokatiya şandekê serdana Bexdayê kiribû û ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiyabû û piştevaniya welatê xwe ji bo Iraqê tekez kiribû.

Li gor daxuyaniyeke Ofîsa Ragihandina Serokwezîrê Iraqê, di civînê de gotûbêj li ser xurtkirina hemahengiya di navbera Iraq û Italiya de di warên asayîş û perwerdekirina hêzên Iraqî û pîşesaziya leşkerî de hatiye kirin

Wezîrê Berevaniya Îtalyayê berî niha di 21ê Çileya 2020an de serdana Hewlêrê kiribû.

Herêma Kurdistanê û Îtalya xwedî peywendiyên dostane ne û Îtalya piştî sala 2014an nêzîkî 1,400 şêwirmendên leşkerî li Iraqê bicih kir, ku 800 kes ji wan şêwirmendên leşkerî li Herêma Kurdistanê ne û rahênanê bi hêzên Pêşmerge dikin.

Heta niha zêdeyî 15,000 Pêşmerge ji aliyê şêwirmendên leşkerî yên Îtalyayê ve perwerdeya leşkerî dîtine

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne