Desteya di bin serokatiya Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ya Iraq û Sûriyê Joel B. Vowell ku ji fermandarên payibilind ên Hevpeymaniyê pêk tê, serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniya fermî ragihand ku di civînê de hevkariya hêzên Hevpeymanan a li gel Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo rûbirûbûna metirsiya terorîstan û jinavbirina bi temamî ya DAIŞê hat gotûbêjkirin.
Her wiha mijarên weke alîkariyên Hevpeymanan ya ji bo artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge yên di çarçoveya rahênan û şêwirmendiya leşkerî ya li dijî terorê mijarên civînê bûn.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di civînê de, tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku li ser parastina hêzên Hevpeymanan û nûnerên dîplomatîk ên li Iraqê xebat bêne domandin û her wiha armancên sereke yên wek aramiya hemû navçeyê, nehiştina vejîna terorê û rawestandina êrîşên frokeyên bêmirov ên li ser Herêma Kurdistanê hatine destnîşankirin.
Di hevdîtinê de rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, pêvajoya yekkirina hêzên Pêşmerge, kirîza Rojhilata Navîn, berfirebûna şerê li Xezzeyê û gelek mijarên din ên têkildarî berjewendiyên hevbeş ên girêdayî Herêma Kurdistanê jî hatin gotûbêjkirin.
Sererkan Joel B. Vowell di Tebaxa 2023an de wek Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê hatibû tayînkirin.