Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Nûnera NYê kir

.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert tekezî li ser rêzgirtin û parastina serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê û sînordarkirina bombebaran û êrişên li ser Herêma Kurdistanê dikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Mijdara 2022an, pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

Di civînê de rewşa giştî ya Iraqê, guhertin û pêşhatên dawî yên li navçeyê û girîngiya çareserkirina bingehîn a kêşeyên di navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser binemaya destûr û karnameya wezarî ya hikûmeta nû hatin gotûbêjkirin.

Di mijareke din a civînê de, her du aliyan tekezî li ser rêzgirtin û parastina serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê û sînordarkirina bombebaran û êrişên li ser Herêma Kurdistanê hate kirin.

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn