Serokê Itilafa Opozisyona Sûriyê çû Serê Kaniyê

.

Serokê Itîlafa Opozîsyona Sûriyê Salim Mislit, çû Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê û bi berpirsên bajêr yên leşkerî û sivîl re civiya.

Li gor wêneyên ku ji bo Rûdawê hatine şandin, di civînê de diyar dibe ku berpirsên leşkerî yên çekdarên opozîsyona Sûriyê beşdar bûne.

Her wiha tê dîtin ku alaya Tirkiyê jî di civînê de hatiye bikaranîn.

Serê Kaniyê yek ji bajarên Rojavayê Kurdistanê ye ku ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê û Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, her çend bajarekî Kurdan be jî piştî dagirkirinê Kurd li wir nemane hemû hatine koçberkirin, tenê nêzîkî 50 kesên bi temen li wir mane, yên din hemû Erebên hawirde û malbatên çekdaran in.

Kurdistan Haberleri

Têkoşîna 17 salan a li Zozanên Hesandînê: Li dijî kanzayan parastina jiyanê
Îlham Ehmed: Rijdbûna Şamê li ser desthilatdariya navendî Sûriyeyê ber bi şerekî navxweyî ve dibe
Rojava | Bedran Çiya Kurd: Şanda Kurdî ji daxwaza nenavendiya Sûriyê nayê xwar
Ji Nûbiharê pirtûka Plandanîna Zimanê Kurdî derket
Îraq: Ji bo yekxistina peymanên Hewlêr û Bexdayê dê komîteyek were avakirin