Navenda Nûçeyan - Dadgehkirina Lûtfî Baksî li Dadgeha 11mîn a Amedê bi rê ve çû. Baksî di dema dadgehkirinê de amade nebû lê parêzera wî Ferîde Laçîn amade bû.
Serokê KADEPê bi çûna avahîya Kongireya Civaka Demokratîk KCDê û beşdarbûna di çalakî û xwenîşandanên wê de, bi ‘endamtî û bangeşekirina PKKê’ hattohmetbarkirin û serdozger 20 sal cezayê zindankirinê ji bo wî xwest.
Lûtfî Bakrî di encama dadgehîkirinê de bi 6 sal û 3 mehan hat cezakirin. Ji bo betalkirina cezayê ku hatîye birîn, wê parêzerên wî serî li dadgehên bilind bidin.
Lûthî Baksî ku niha li Swêdê ye bi rêya telefonê beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û behsa doza ku li ser hatîye cezakirin kir.
Serokê KADEPê li ser wê dozê got, “Mesele Kurdbûn e û eger teşhîs kiribin yek Kurd û bi bîr û bawer e, efû nakin. Ne hewceyî belgeyan e, her kesê dibêje ez Kurd im dibêjin tu PKK yî û ceza û her tişt amade ye.”
Lûtfî Baksî dibêje, ew çûye dadgehê û belge nîşanî wan dane lê qebûl nekirin û got, “Esas acizbûna wan, ez 2013an ez beşdarî konferansa çaraserîyê ya li Amedê bûbûm. Li wir ez di axaftina xwe de dibêjim, ‘pirsa Kurdî bêdewletbûna Kurdan e û heta her çar parçe nebin yek û dewleta xwe ava nekin, her tim dê di bin qetlîam û zilmê re rû bi rû bin’ ew nîşan dane. Duyem, ez çûm konferansa netewî li Hewlêrê, di doznaemeyê de jî hene.”
Herwiha Serokê KADEPê dîyar dike, 88 rûpel dozname derbarê wî de hatîye pêkanîn û dibêje, “Hemû partîyên sîyasî, me bi hev re hevkarîyek çê kiribû ji bo çareserîya pirsa Kurdî ku wê demê dewletê jî qebûl kiribû. Xebatên me hemû li ser van bûn.”
Lûtfî Baksî tekez jî kir ku ew dê hewl bidin ew ceza bê hilweşandin û got ku parezera wî dê li ser navê wî dosyeyê bişopîne û dibêje, “Heta niha fermanek bo girtina min nîne, heta ku ev prose bi dawî dibe."
Rudaw