Serokê PAKê Mustafa Özçelik Li Amedê li gel endam û alîgirên PAKê civînek li dar xist
Serokê PAKê Mustafa Özçelik roja 17.07.2021ê Li Amedê li gel endam û alîgirên PAKê civîneke taybet li dar xist.
Li gel rewşa pandemîyê, germahîya havînê û li gel ku gelek kes li derveyî Amedê bûn jî gelek rêveber, endam, alîgir û dostên PAKê beşdarî civînê bûn.
Serokê PAKê Mustafa Özçelik rewşa sîyasî ya her çar perçeyên Kurdistanê û Tirkîyeyê nirxand, bîr û bawerî û sîyaseta PAKê anî ziman, di derbarê xebatên PAKê de agahdarî da.
Mustafa Özçelik, di civînê de pêwîstîya geş kirina xebata rêxistinî ya PAKê anî ziman û got ‘’Damezrandina PAKê di eslê xwe de, li Bakurê Kurdistanê ji nû ve vejîna kultureke nû ya sîyasî ya bi şexsîyet e; vejîna hişmendî, sîyaset û sekna neteweyî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî ye. Em divê tecrubeya xwe ya 7 salên bihurî bi çavekî rexnegir û çêker, bi awayekî objektîf binirxînin û wê ruhîyeta damezrandina PAKê em careke din geştir bikin, vejînê xurtir bikin. Xwe nûkirin, xwendin, fêrbûn, lêkolîn divê bibe beşeke şexsiyeta me ya takekesî û sîyasî. Em divê PAKê bikin partîya ku tecrube û dinamîzm bi hevre bê hûnandin. PAK divê bibe partîya keç û xortên Kurdistanê, divê bibe partîya kadroyên bi tecrube yên Kurdistanê, bibe partîyeke ku di nav gelê Kurdistanê de rehên xwe berde’’.
Mustafa Özçelik girîngîya xwedîlêderketina zimanê anî ziman û got:’’Divê em bi hemû îmkan û peywendîyên xwe piştgirîya kampanyaya ji bo fermî kirin û perwerdehiya bi zimanê Kurdî bikin.
Ji ber ku bi kêmanî nêvîyê kurdên li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê bi kurdî nizanin, ji bo ku em bîr û bawerîyên neteweyî, dîroka xwe,bigihînin hemû kurdan, helbete ku di xebatên xwe yên sîyasî de, di weşangerî û ragehandinê de li gel Kurdî, emê zimanê Tirkî jî bikar bînin.Lê divê zimanê me yê esasî Kurdî be.
Lê li gel vê kampanyaya ji bo zimanê kurdî, divê em kampanyaya fêrbûna zimanê kurdî û axaftina bi zimanê kurdî jî bikin wazîfeyeke xwe ya her rojî, wazîfeyeke xwe ya netewî, însanî. Kurdên ku bi kurdî nizanin divê kurdî fêr bibin. Kurdên ku bi kurdî dizanin jî divê li nav malê, li bazarê, li kar û barên xwe,, li dibistanan, di danûsitendinên tîcarî, di xebat û peywendîyên sîyasî, rewşenbîrî, hunerî de zimanê kurdî bikin zimanê xwe yê jîyana rojane û yê esasî’’.
Mustafa Özçelik bal kışand ser girîngîya biryarên 2yemîn Kongreya Asayî ya PAKê ku di 18ê Cotmeha 2020 hatibû li dar xistin û got ’’Xebat û tevgereke li ser esasê biryarên kongreya me ya duyemîn yên di derbarê ‘Bernemeye Daxwazên Acîl’ de, îro li Bakurê Kurdistanê dikare derzeke mezin li vê şikest, xetimandin, belavbûn, bêdengî û ataleta heyî bixe.Em ji aliyekî ve divê ji bo hevkarî û tifaqa partî û rêxistinên neteweyî, niştimanî, Kurdistanî xebata xwe bêwestan, bi sebir bimeşînin.Lê li gel xebata hevkarî û tifaqên neteweyî, niştimanî divê em bikaribin li ser daxwazên acil, rojane yên ku daxwazên miletê kurd îfade dikin, hevkarîyeke berfirehtir bihûnin. Ev hevkarî dikare miletê Kurd bike wek alîyekî ku bi Dewleta Tirkîyeyê jî, bi dewletên cîhanê re jî bibe mixatab.Berîya her tiştî divê Kurd xwe wek alîyekî bibînin û wek alîyekî bibin mixatabê her danûsitandinekê’’.
Di derbarê gengeşîyên ‘’çareser kirina pirsa kurd’’ de jî Mustafa Özçelik weha got:’’Bi rastî jî kesî rê li ber AKPyê, CHP, Deva Partisi, Gelecek Partîyê negirtîye ku gavan ji bo rêya çereserîyê vekin bavêjin. Partîyên desthilatdar û yên mixalefeta Tirkîyeyê her behsa wê yekê dikin ku dê ‘’pirsa kurd çareser bikin’’. Lê heta îro yekê ji van jî bi awayekî zelal tu bernameyên ji bo çareserîya pirsa kurd pêşkêşî raya giştî nekirine.Hemû partî jî behsa parastina her 4 xalên ewil yên Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê dikin ku ev her 4 xal jî miletê kurd û hemû mafên wî tune dihesibînin.Başe partîyên ku bêjin em nahêlin kes dest bide van 4 xalên Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê dê çawa pirsa kurd çareser bikin?’’.
Mustafa Özçelik di heqê ‘’pêvajoyeke çareserîyê ya nû jî de bal kişand ser wê yekê ku di sala 2013-2015ê de jî di eslê xwe de tu pêvajoyên ku bi rastî jî çareserîya pirsa kurd bike rojeva xwe çênebûye. Di wê demê de , di hevdîtinên di navbera Dewleta Tirkîyeyê û PKK, HDPyê de her çiqas ji bo çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê tu bername tune bû jî, me piştgirîya rawestandina şerî kir, me got bila ji xebata sivîl, sîyasî, demokratîk re rê bê xweş kirin. Îro jî ji bo rawestandina şerî, tûnd û tûjîyê, ji bo rawestandina şerê çekdarî kî çi gavê bavêje emê piştgirîya wan bikin. Lê pirsa Kurd û Kurdistanê ne pirsa rawestandina şerî ye. Pirsa mafê çarenûsîya miletê kurd e, pirsa li ser axa welatê xwe bidestxistina statuyeke sîyasî, neteweyî, coxrafîk e.
Îro, qebûl kirina nasnameya Kurdî di Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê de, qabûl kirina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî, wek zimanekî fermî qebûl kirina zimanê Kurdî, bicîh anîna hemû peymanên ku Dewleta Tirkîyeyê îmze kirine, rakirina şerhên ku Dewleta Tirkîyeyê danîye ser peymanên navdewletî dikare bibe destpêka pêvajoyeke çareserîyê ya pirsa Kurd û Kurdistanê.Ji bo vê jî em ji AKPyê re dibêjin ne hewceye ku hûn hinek alîyan wek asteng nîşan bidin, fermo van gavên bingehîn û maqûl bavêjin, wê gavê dê rê ji çareserîya pirsgirêkan re jî vebe.
Ev banga me herweha li CHP, Deva Partisi, Gelecek Partisi, Refah Partisi û partîyên dine jî. Her partîyeke ku van gavên ewil û bigehîn bavêje, helbete ku dê rêya çareserîya pirsgirêkan xweştir bikin ’’.
Piştî axaftina Mustafa Özçelik, beşdarên civînê jî pirsên xwe kirin, di derbarê pêşdebirin û geş kirina xebatên PAKê de, di derbarê rewşa sîyasî heyî de fikir û pêşniyarîyên xwe pêşkêş kirin.
Civîn bi awayekî berhemdar bi dawî hat.
17.07.2021
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê