Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk: Em bi wefata hevalê xwe Hatîp Yapiştiran gelekî xemgîn in

.

Hevalê me, yek ji damezranêrê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) kek Hatîp Yapiştiran, îro ( 16.11.2022) ji ber celteya dilî koça dawî kir.

Kek Hatîp Yapiştiran nêzîkî 50 salîye, wek kedkarekî doza azadîya Kurdistanê xebat kirîye. Rû bi rûyî îşkence û hefs û zilma Dewleta Tirkîyeyê bûye.

Em bi wefata hevalê xwe, damezranêrê PAKê, welatperwerê Kurd kek Hatîp Yapiştiran gelekî xemgînin.

Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê sersaxîyê ji malbata kek Hatîp ra dixwazim.

Serê me hemûyan, serê gelê Kurdistanê sax be.

Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê PAKê

Kurdistan Haberleri

Sepandina siza bo ser çalakvanên mafê jinan berdewam e
Rewangeha Sûriyeyî: HSD naçe bin sîwana Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di meha Gulanê de 170 kes hatin îdamkirin
Çekdaran li Girê Spî 6 ciwan birîndar kirin
Tammy Bruce li ser peymanên bi Herêma Kurdistanê re axivî