Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk, ji Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd ra peyameke pîrozbahîyê şand

.

Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Ozçelîk, ji Serokkomarê Iraqê Rêzdar Latîf Reşîd ra peyameke pîrozbahîyê şand.

Peyama Mustafa Ozçelîk wiha ye:

Rêzdar Latîf Reşîd

Serokkomarê Iraqê

Em cenabê we ji ber hilbijartina wek Serokkomarê Iraqê pîroz dikin.

Em di wê bawerîyê da ne ku Serokkomarîya cenabê we, dê rê li yekgirtina nav mala Kurd xweştir bike.

Herweha, em di wê bawerîyê da ne ku, dê ji bo bicîh anîna madeya 140î û hemû Qanûna Bingehîn a Federal a Iraqê dê bive destpêkek û dê rê li ber neheqîyên ku li gelê Kurdistanê têne kirin bigire.

Bi hêvîya serkeftinê

Li gel rêzên xwe.

14.10.2022

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê

Kurdistan Haberleri

Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn
Rejîma Îranê hunermendekî Kurd girt û 2 kolberên Kurd jî birîndar kir
Efrîn | 6 çekdarên Tirkiyê piştevaniya wan dike hatin kuştin û birîndarkirin
Putin agirbest îlan kir